Zincîreya revandina kurdan li Efrînê didome

NavendaNûçeyan-Efrîn: Li Herêma Efrînê zincîreya girtin û revandina welatiyên kurd di bin nav û tuhmetên cuda de berdewam dike.

Mîta tirk roja Duşemê di 01.02.2021an de welatiyê bi navê Mihemed şêx Mihemed, 48 salî, revandin. Navbûrî ji gundê Qere Tepe yên Navçeya Şera ye û nivîsgeheke wî ya firotina otombêlan li Efrînê heye. Tuhmeta girtina wî jî ew e, ku wî otombêlek firotiye kesekî û wî kesî ji nimre ya otombêlê guhertiye û yeke din weke ê tirka bi ser xistiye, tevî ku girêbesta firotinê rast û dirûst e, lê tirkan ew guhertin xistine stûyê wî, lê ya rast ew e ku girtina wî weke girtina her welatiyekî din e li Efrînê, ku tenê ji bo standina pera ji ber ve têne girtin.

Li gundê Mehreskê jî roja Şemiyê di 30.01.2021an de çekdaran bi otombêleke „Santa Fe“ welatiyê bi navê Ehmed Ebdilhenan Xelîl ji kargeha bavê wî a Bêrlînê revandin û birin cihekî ne nenas.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

04/02/2021