Kiryarên çekdaran li Cindirêsê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roj bi roj kiryarên çekdaran zêdetir dibin û guvaşên wan li ser welatiyan zêdetir dibin.

Roj Çarşemê di 03.02.2021an de çekdarên Semerqend li gundê Kefer Sefrê yê ser bi Navçeya Cindirêsê ve pênc welatî ji ber standina pera ji ber azadkirina wan ve, revandin. Ew jî ev in:

1- Hesen Hisên Hemîd Has

2- Murad Sîdo Xilo

3- Ebdik Mihemed Mecîd

4- Ehmed Hisên Mamed

5- Mihemed Xelîl Murad.

Li gundên Senarê, Anqelê, Hêkêçê û herdu Merwaniyên Jorîn û Jêrîn, çekdarên Weqas li serê her de warekî 50 lêrêyên tirk li kurd ferz kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.

06/02/2021