Welatiyan ji bo standina pera direvînin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên Semerqend li gundê Kefer Sefrê yê ser bi Navçeya Cindirêsê ve roja Duşemê di 08.02.2021an de û bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re çend xortên gund ji bo standina pera ji ber azadkirina wan ve, revandin û birin navenda xwe ya ewlehiyê, yên hatin revandin jî ev in:

1- Hesen Hesen Şêro, ji ber hebûna Ala Kurdistanê di telefona wî de hatibû eşkencekirin.

2- Ehmed Hesen Mihemed

3- Murad Sîdo Xilo

4- Ebdilrehman Mihemed Mihemed

5- Elî Qadir Hecî

Piştî dayîna 3800 lêreyên tirk ew her pênc welatî roja Pêncşemê di 11.02.2021an de serbest hatin.

Ev ne cara yekê ye ku ev her pênc welatî têne revandin û car bi car jî têne neçarkirin pera ji bo serbestberdana xwe bidin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

12/02/2021