Kuştin û organên wî jê dizîn

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mihemed Şêxmûs Hebeş, 40 salî, ji gundê Çeqmaqa yê mezin ê Navçeya Reco, piştî ku ji ber pêketina bi Korona çend rojan di nexweşxaneyeke Istenbolê de mabû û pişt re jiyana xwe ji dest dabû, di destpêka Avdara 2021an de termê wî gihêşt gundê wî. Sêniyê gund, ên ku termê wî dîtibûn, tekez kirin û hindir zikê wî vala bû û organên wî hatibûn dizîn, ku qelişandinên sîng, ji cengê heya zik, eşkere bûn.

Havîna borî di 04.08.2020an de, termê Nidal Berekat, 38 salî, yê ji Navçeya Cindirêsê giha gund, ku ew jî li ji ber êşa zik ketibû nexweşxaneyeke Mêrsînê, lê piştî du rojan ji mayîna wî di nexweşxaneyê de, malbata wî hat agahdarkirin ku ew miriye û singê wî jî hatibû vekirin û organên wî jî dizîbûn.

Herwiha di 03.08.2020an de tirka termê Zarokê bi navê Xelîl Nihad Şêxo yê ji gundê Vêrganê yê Navçeya Şera radestî malbatê kir, ku singê wî jî hatibû qelişandin û organên wî hatibûn dizîn, ew zarok bi guleya jandirmeyên tirk jiyana xwe ji dest dabû dema ku dixwest di navbera gundê Îki Damê û Dîkmedaşê de sînor qut bike û derbasî Tirkiyê bibe.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
29/03/2021