Ferman û kiryarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî li Efrînê

Navenda Nûçeyan-Efrîn

Ferman û kiryarên rojane di derheqê xelkê Efrînê de ku têne encamdan :

1-Hêzên polîsê sivîl li navçeya Şera /Şikêk di 01.12.2020an de demjimêr 5 piştî nîvro dest birin ser mala welatiyê bi navê Azad Smaîl, 43 salî, ku li bajarokê Meydankê dimîne da ku bigirin, lê bextê wî bû ku ne li malê bû, tevî ku beriya niha ew welatî ji aliyê Feyleq El Şam ve hatiye girtin û şeş mehan û bi tuhmeta endambûna wî di PYD de di girtîgeha girûpa navbûrî li bajarokê Meydanekê li Navçeya Reco, de mabû û rastî eşkenceyê hatibû. Ji ber vê jî Azad Smaîl roja dî 02.12.2020 bi xwe, xwe radestî navenda girûpa navbûrî kir.

2-Her di derbarê girtina hersê welatiyan li gundê Badîna yê ser bi navçeya Reco ve ji aliyê polîsê leşkerî ve bi tuhmeta Endambûna di PYD’ê de, hîn jî ew welatî girtî ne: Umer Bêrem Elo, Rifat Hisên Mihemed û Evdo Mihemed Yûsif. Herwiha Xelîl Hec Mihemed Şaban piştî dayîna hezar lê rêyên tirk serbest hate berdan, û yên din jî hîn girtî ne.

3-Çekdarên milîsên weke Melek Şah(berê Sultan Murad) Feyleq El Şam, Hemzat û Bazên bakur (Siqûr El Şemal) ku bi ser Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad ve ne û dest danîne ser gundên :Meydankê, Naza, Şorbe, Derwîş, Duraqliya, Sehrîncekê, Umer Simo û Alciya, biryar standin ku zeviyên ji kurdan li wan gundan desteser kiribûn, vegerînin ji xwediyên wan re, piştî ku demsala zeytûnan giştî ji xwe re birin, ew gav bi armanca ku xwediyên zeviyan erdê xwe cot bikin û darên xwe jî bûdek bikin, Lê bi merca ku dahata demsala bê piştî birîna mesrefê 50% ji wan girûpan re be.

Li hîn gundên navçeya Şera/Şikêk ku çekdarên Melek Şah kontrol dikin, 10% ji dahata demsala zeytûnan li xelkê ferz kirin, ew jî piştî birîna mesrefê! Tevî ku girûpa navbûrî wekaleyên giştî û ruxsetên encûmena sivîl a xwecîhî ên di derbarê birêvebirina milkên xelkê de bi zorê koçber kiriye, red kirine bêyî ku ti garantî ji bo bi cîhkirina wan biryaran bidin, lê dîsan jî hincetên desteserkirina wan rêjeyan her ew in ; ji bo rêgirtina li ber dizî, talankirin û birîna daran û çêrandina pezî di nav zeviyan de!

Beriya niha jî di 2018an de fermandarên girûpên çekdar soz dabûn encûmena xwecîhî li Şera û navçeyên din ku tenê 10% ji dahatên demsala zeytûnan ji xwe re bibin, lê tiştê li ser erdê çêbû ku wan 75% ji xwe re birin, ji bilî birîna daran û çêrandina pezî di nav zeviyan de.

02/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê