Ferman û kiryarên milîsên Emşat Li Şiyê

Navenda Nûçeyan- Efrîn

Bêtirî Carekê me behsa kiryarên nerewa yên fermandarê girûpa Sultan Silêman şah EMŞAT ( Mihemed Casim naskirî bi Ebû Emşe) li deverên di bin kontrola wan de li Navçeya Şiyê û gundê Kaxrê yê ser bi navçeya Mabata vê, tevî her tiştî jî carcaran fermandarê navbûrî û li gorî berjewendiyên xwe yên kesayetî û abûrî fermanên cur bi cur derdixîne, çi bi rêya dizî, talankirin, revandin û wergirtina bac û fidye bi zora çekê dagirkeriya tirk.

Ji despêka demsala zeytûnan ve, Fermandarê Emşat çend biryar ji bo bidestxistin û destdanîna ser dahatên demsalê derxistin, ku destên xwe dîtine ser piraniya dahatên demsalê li wê deverê ku kontrol dike eger ne tevahiya dahata be jî.

Li gorî fermana Ebû Emşe, 15% ji dahatên demsalê yên xelkê ku bi zorê ji Efrînê derketine, ji wî re ne herwiha ji bo rêdana çinîna her darekê jî 8 dolar e. Her kesê ku koçber bûye tuhmeta endambûna PYD li ser hebe jî demsala wî giştî tê desteserkirin. Her kesê li ser axa xwe be û bixwaze darên xwe yên zeytûnê biçine divê 2 dolaran serê her dareke dibe û birîna 8/1 ji bo karê rojane yê karkerên çinîna zeytûnan û her saetek kar bi 500 lê rêyên Sûrî.

Herwiha 0.5 dolar ji nirxê tenekeyek zeyt a vala ku 3000 lêrêyan dike, ev tev de jî ji bilî dizîna her wext bi serpereştiya wî.

Ji ber ku kêm maye demsala zeytûnan bi dawî were û bi hatina komîta „ vegerandina maf û giliyan „ Ebû Emşe fermanên nû ji bo destdanîna ser tiştê çi di dest kurdên rêncberên li ser axa xwe mane û çi xwediyên guvaşgehan derxist:

-Her kesê li ser axa xwe maye divê li şûn 2 dolarên berê hatibûn ferzkirin, 3 dolaran dibe da ku karibe demsala mayî biçine.

-Çinîna darên kesên koçer bûne hîn li serê her darekê 8 dolar in û hîn jî yên tuhmeta endambûna PYD li ser heye demsala wan tê desteserkirin.

-Ferzkirina Bacê li ser xelkê gundên di bin kontrola Emşat de ne, weke gundê Çeqela Jêrîn 800 teneke zeyt, gundê Çeqela Navîn 700 teneke, gundê Kaxrê nêzîkî 2000 teneke… û hwd.

Di derbarê wan 13 guvaşgehên ku dikevin devera kontrola Emşat, divê her guvaşgehek (250-300) teneke zeyt bide û carna jî girûpa navbûrî kesekî ji xwe destnîşan dike ku dahatên tenekeyan li guvaşgehan bijmêre, herwiha destdanîna 20% ji dahatên demsala xelkê ji zeytê.

Gundên ser bi navçeya Şiyê ev in :

1-Navenda Navçeyê 2-Senarê 3-Anqelê 4-Qermitliq 5-Çeqela Jorîn 6-Çeqela Navîn 7-Çeqela Jêrîn 8-Erendê 9-Tirmîşa 10-Şikata 11-Hec Bilal 12-Alkana 13-Gundê Xelîl 14-Mistkana 15-Kala

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

03/12/2020