Çekdar destên xwe datînin ser bêtirî deh hezar darên zeytûnan

منظمة حقوق الإنسان في عفرين

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ne kiryarên milîsên çekdar hatin guhertin û ne jî guh dane biryarên Komîta Vegerandina Maf û Giliyan, lê belê çekdaran rêyên nû ji bo dizî û talankirinê ji xwe peyda kirin.

Beriya niha di 16.12.2020an de me behsa karê hevbeş ê girûpên Sultan Murad, Rîcal El-Herb, Feyleq El-Şam û El-Nuxbe kiribû, ku li bajarokê Meydanekê ê ser bi Navçeya Şera ve dest bi kolandinê kiribûn û bi aletên nûjen li zêra digeriyan, niha ew koma li zêra digeriya li daran digere û bi kêfa xwe darên xelkê dibirin û êzingên daran jî li Efrînê, Ezaz û Îdlibê difroşin.

Ji ber vê jî komîtek nû ji fermandarên milîsên çekdar hate avakirin, ku ji her yek ji Ubeyde Ebû Elî, Ebû Subhî, Ebû El-Nûr, Tariq Cûriyê – Ebû Elaa û Mehmûd Sifîrê û endamên ofîsa abûrî a Sultan Murad pêk tê daku dest deynin ser darên zeytûnan û di nav xwe de parve bikin:

1- Emîn Emîr, 100 dar
2- Brahîm Sîdo Hac Qedrî, 200 dar
3- Smaîl Sîdo, 150 dar
4- Brahîm Sîdo, 150 dar
5- Can Kurd û birayên wî, 1500 dar
6- Celal, zavayê Can Kurd, 100 dar
7- Cemîl Hacî Mihemed, 100 dar
8- Hac Mistefa, 200 dar
9- Hemîd Ereb û biryarên wî, 150 dar
10- Henan Henan, 300 dar
11- Hesen Sîdo, 500 dar
12- Hesen Sîdo Hac Qedrî, 200 dar
13- Hisên Ereb, 200 dar
14- Selah Osman Efendî, mamosteyê zimanê înglîzî, 100 dar
15- Ebdilqadir Kûsa, 100 dar
16- Dr. Osman Hac Mistefa, 300 dar
17- Dermansaz Xêredîn Îbo, 200 dar
18- Ebdilhemîd Robarî, 200 dar
19- Ebdî Şêx Mihemed, 200 dar
20- Ebdo Îbo, 200 dar
21- Osman Ebdilqadir, 210 dar
22- Osman Şêx Mihemed, 100 dar
23- Osman Mihemed Osman, 200 dar
24- Osman Ebdilqadir Osman, 100 dar
25- Îsa Emîr, 100 dar
26- Esmet Şêxo, 1000 dar
27- Elî Hacî Mihemed, 100 dar
28- Samî Qoc, 150 dar
29- Samih Hacî Mihemed, 100 dar
30- Sîdo Sîdo, 400 dar
31- Şehrezad Şêx Mihemed, 60 dar
32- Şalan Hacî Mihemed, 225 dar
33- Fewzî Cebir, 100 dar
34- Fatma Şêx Îsa, 114 dar
35- Tahir Hacî Mihemed, 100 dar
36- Kamîran Xilo, 50 dar
37- Malîk Hacî Mihemed, 225 dar
38- Mihemed Emîr, 250 dar
39- Mihemed Şêx Mihemed, 100 dar
40- Mihemed Mêmê, 100 dar
41- Mihemed Smaîl Kolik, 350 dar
42- Mihemed Hacî Mihemed, 100 dar
43- Mihemed Nûrî Dawûd, 150 dar
44- Mihêdîn Celal, 500 dar
45- Nasan Hacî Mihemed, 100 dar
46- Luqman Yûsif, 1200 dar, ji gundê Kefer Romê yê Navçeya Şera
47- Reşîd Mamo, 200 dar, ji gundê Hesendêra

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
05/03/2021