Pirojeyên Ebû Emşe ya weberhênanê

NavendaNûçeyan-Efrîn:.Fermandarên milîsên çekdar bi zora çekên dagirkera tirk, berdewam desthelata xwe ya leşkerî firehtir dikin û pirojeyên xwe yên taybet li ser hesabê xelkê kurd ê resen bi cih dikin.

Ebû Emşe, fermandarê milîsên Sultan Silêman Şah (Emşat) roja Duşemê di 01.03.2021an de dest danî ser perçe erdekî yê Seîd Koçer (muxtarê berê), ku dikeve nêzîkî Meydana Kaniya Şiyê li navenda navçeyê, rûbera wî erdî derdora deh doniman dike. Niha jî nexşeyên endezyarî ji bo avakirina xwaringehekê û holeke dawetan amade dike.
Beriya niha Ebû Emşe destên xwe danîbûn ser çend dikanan li Şiyê ji bo ji xwe re Supermark, depo, bexçe û nexweşxaneyekê lê veke.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
05/3/2021