Komkujiyek ji nûnerên milîsan re ên civînen Brûksel-Astana

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hejmara qurbaniyên êrîşa bi rokêtan li ser navenda Bajarê Efrînê di 12.06.2021an de ku nexweşxane û taxine bajêr tê hatibûn armanckirin, bilind bû, ku heya niha 22 kes hatin kuştin û derdora 25 ên din jî birîndar bûn û hinek ji bo nexweşxaneyên Ezazê hatin veguhestin. Ji ber giraniya birînan jî eger heye hejmara kuştiyan bilintir bibe.

Beriya rokêt bi ser Efrînê de werin, Artêşa Tirkiyê deverên Şêrawa ku dikeve bin destê rejîm û hêzên bi ser ve, topbaran dikir, piştî rokêt hatin ser Efrînê jî hîn topxaneya tirkan berdewam ew dever topbaran kirin û di encamê de jî zarokê 12 salî yê bi navê Îsa Mihemed Îsa birîndar bû û ziyan giha malên sivîlan.

Meha bûrî me behsa wê yekê kiribû ku topbarankirina dualî di navbera dagirkeriya tirk û çekdarên bi ser ve li aliyekî û hêzên rejîm û hêzên bi ser ve li aliyekî din, tenê deverên kurd lê hene armanc dike û deverên ereb lê hebin li xwe nagire, weke Nibol, Zehra, Ezaz, Cerablus û Rahî, ku armanca wan jî ew e ku tirsê têxin dilê kurdan û wan neçar bikin birevin, da ku ereb û turkmenan li dewsa wan niştecih bikin. Ev yek di wê demê de tê, ku civînên navdewletî-herêmî li ser pirsa Sûrîyê û Kurdistana Sûrîyê nêzîk dibin, da ku berpirsyariyê bixin stûyê destekên xwe yên xwecîhî, her wek mesela şandina rejîmê ji Loderê ya kuştiyan re bo Efrînê di 28.04.2016an de ku bi hevkarî bi milîsên re hatibû encamdan, da ku bêtir di navbera kurd û ereban de nakokiyan dirust bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
13/06/2021