Rêxweşkirina hevdîtinên navdewletî bi top û rokêtan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Di berdewambûna topbarankirina topxaneya tirk ji deverên Şehbayê re, roja Şemiyê danê êvarê di 13.06.2021an de topxaneya tirka çend top avêtin bajarokê Til Rifatê, di heman demê de jî balafirên diron ên çavdêriyê li asmanî digeriyan bêyî ku rejîm an jî rûs rêgiriyê lê bikin. Ev yek jî piştrast dike, ku lihevkirineke pêşwext di navbera Tirkiye, Rûsya û rejîmê de bi rizamedniya Îran û bêdengiya Amerîka heye, bi merema çandina tirsê di dilê kurdên koçber de li wê deverê, da ku wan neçar bikin ji wir jî koçber bibin û yek carî ji Efrînê dûr bikevin.
Heya niha jî ziyanên madî û canî nehatine zanîn, lê roja Şemiyê di 12.06.2021an de sê kes birîndar bibûn, ku yek ji wan zarokek bû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

13/06/2021