Madem tu kurd î tu tuhmetbar î

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Istixbarata polîsê sîvîl li Bajarê Efrînê roja Pêncşemê di 17.06.2021an de bi ser mala hisên KAlo yê ji gundê Şêxorzê yê Bilbilê de girtin û telefonên malbatê giştî desteser kirin û Hisên bi xwe re birin, heya niha çarenivîsa wî ne diyar e, tevî ku pêwendiyên wî yên baş li gel endamên encûmenên xwecihî hene.
Ev bûyer ne ya yekê ye di vê hefteyê de, ku yê nêzîkî tirk, hikûmeta demkî û Îtêlafê têne girtin, her weke revandina Mihedîn Ebdela Dawûd yê ji gundê Etmana yê Reco.
Polîsê leşkerî li gel MÎta tirk roja Çarşemê di 16.06.2021an de cihê pereguherînê ya Zekeriya Xilo, ji gundê Xelîlî yê Reco, pişkinîn kirin û ew li gel lawê wî Osmanî bi hev re birin û kamîreyên çavdêriyê, telefon û laptop jî giştî vekirin û birin, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên mirovan li Efrînê
18.06.2021