Kiryarên dizan tekane ne yan rêbazkirî ne

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: komeke dizên nenas roja Şemiyê di 12.06.2021an de destdirêjî li ser welatiyê bi navê Xalid Elo, 55 salî, yê ji gundê Qitmê yê ser bi Navçeya Şikaka/Şera ve kirin, navbûrî ji çend salan ve li navenda bajêr bi tena xwe dimîne û tendirustiya wî ji ne li ser hev e , bi taybetî ji aliyê derûnî ve, ku çend sal in malabata wî li Helebê ne û ew jî bi tena xwe li Efrînê ye.
Ji ber destdirêjiya li ser wî hatiye kirin, ew 5 rojan li malê dirêj kirî mabû, piştî cîran pê dihesin, wî ji bo nexweşxaneya leşkerî vediguhêzên.
Ev kiryar bi dawî nabin, ji ber ku kiryarên van çekdaran bi destê hêxên tirkan de ye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
18.06.2021