Revandina jin û zarokan di bin bihaneyên nû de

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mîta tirk li gel herdu polîsên leşkerî û azad li bajarê Efrînê ji çend mehan ve sê xortên malbatekê ku ti taxa Mehmûdiyê diman: Mistefa Mihemed Hisên, 27 salî ji Adara 2021an ve revandiye, Hisên Mistefa Hisên, 20 salî, di 28.04.2021an de revandiye û Izedîn Yûsif Hisên, 17 salî, ji 05.05.2021an ve revandiye.
Ew hersê xort rastî eşkenceyeke hovane û ne mirovane hatibûn, bi taybetî Izedîn ku di bin lêdan û eşkenceyê de li xwe mikur hatibû ku pêwendiyên dê û bavên wî bi rêveberiya berê re hebûn, heya niha jî çarenivîsa wan ne diyar e. Mistefa jî ji xwe berê di 2019an de jî hatibû revandin û di adara 2021an de serbest hatibû berdan, lê piştî hefteyekê careke din dîsa ew revandin.

Herwiha Mîta tirk li gel polîsê sîvîl li Bajarê Efrînê, roja Pêncşemê di 17.06.2021an de herdu zarokên bi navên : Henan Menan Betal, 15 salî û Menan Menan Betal, 14 salî, ku ji gundê Çeqela Jêrîn ê Şiyê ne û li taxa Mehmûdiyê li bajêr dimînin, revandin û heya niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Dîsa roja Şemiyê di 17.06.2021an de Mîta tirk her yek ji:
Cîhan Mihemed Olaşlî, xwişka Midiya, hevjîna Hisên ê hatiye revandin.
Zêneb Abdîn Olaşlî, hevjîna Hisên ê revandî, roja Çarşemê di 12.05.2021an de
Midiye Mihemed Olaşlî hevjîna Hisên, di 12.06.2021an de
Revandin û heya niha jî çarenivîsa wan jinan ne diyar e.

20/06/2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê