Revandina welatiyan berdeam dike

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mîta tirk li gel polîsê leşkerî li navenda Navçeya Cindirêsê, roja Înê di 18.06.2021an de bi ser nivîsgeheke kirîn û firotina otombêlan de girtin û her yek ji Hemdan Hisên, 56 salî, ûMistefa Hemdan, 30 salî, yên ji gundê Axcelê, bi bihaneya hilgirtina çekan û firotina tirektoran bê girêbest, heya niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.


Herwiha milîsên Lîwa Weqas yên dest danîne ser gundê Hêkiçê yê Cindirêsê, roja Pêncşemê di 17.06.2021an de welatiyê bi nave Mostefa Şêx Henan Mistefa revand û radestî Mîta tirk û polîsê leşker kir, ji ber welatiyên bi nave Ebdo Hemê pê şerê devkî kiribû û lê fesadî kiribû.


Her li Cindirêsê, polîsê leşkerî roja Pêncşemê di 17.06.2021an de welatiyê bi nave Sibhî Cemîl Soranî bi bihaneya pêwendiyên bi rêveberiya berê re revandi û radestî Mîta tirk kir. Birayê wî yê cêwî(Welîd) li gel xortê bi nave Hisên Mihemed Saxir xwe di 18.03.2018an de radestî tirka û milîsên Şerqiyê kiribûn, li şûn wan bidin dadgehê an jî pera li wan xînin, ew di 15.07.2018an de bi guleyan kuştin.

   
21.06.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê