Ji kiryarên milîsên ser bi dagirkeriya tirk ve

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Fermandariya polîsê sîvîl li navenda Navçeya Reco mehane bi qasî 57 lêreyên tirk li her kesê bixwaze masiyan di Ava Reş de bigire an jî avê jê bikşîne û erdê xwe av bide, ferz kir û ev kiryar bi bihaneya rêgirtina li ber derbasbûna bi qaçaxî, tevî ku milîsên ser bi dagirkeriya tirk qaçaxçiyê bi dolar jî dikin, û hebeyên hişber, çek, zeyt, êzing û mişmiş û kerezan jî bi qaçaxî derbas dikin.
Dema ku şirketa ZESKI ya elektrîkê ya tirk tora elektrîkê li gundê Kefer Sefrê yê ser bi Navçeya Cindirêsê ve rê dixist, welatiyê bi navê Xelîl Mihemed Xilo, 32 salî, ji ber vekirina çireya li pêş mala wî, nerazîbûna xwe nîşan da, lê pişt re dema diçe dermanî ji dermanxaneyê bikire, zarokên hawirdeyan bi motora wî lîst û xistin xwarê, wî jî bang li wan kir ji motora wî dûr bikevin û jê bigerin, lê ji ber ku bavê zarokekî ji wan fermandarekî Lîwa Semerqend e(Hisên Qedûr) girûpeke çekdar ji heft kesan hat û çûn mala Xelîlî û li pêş malbatê ew rezîl û riswa kirin û lêdan jî.
Ji ber nakokiyekê li ser tizbiya, hewirdeyê bi navê Ebdila Sultan depance kişand ser xortê kurd yê bi navê Mihemed Îmad Henan, 18 salî. Yê hawirde 3 caran xwest bi dapencê guleyan berde wî, lê pêre nemeşiya. Ji ber vê jî rabû kilaşinkova xwe anî da ku xortê Kurd bikuje! Lê xelk ketin nava wan û rê li ber girtin. Tevî vê jî xortê Kurd Mihemed çû li cem ewlehiya Feyleq El-Şam li Meydan Ekbesê gilî kir, rabû wan herî li hevdu anîn da ku pirgirêka wan negihe dadgehê.

23/06/2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê