Revandina welariyan piştî biryara lêbûrîna giştî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên Feyleq El-Şam li gundê Xezawiyê yê Şêrawa di 20-23.06.2021an de bi ser çend malên gund de girtin ş çend welatî ji male bi bihaneya danîna pêwendiyan bi rêveberiya berê re revandin, heya niha jî çarenivîsa wan ne diyar e. girtî jî ev in:
1- Heval Îsa, nexweş e û divê niştegerî jê re bê kirin
2- Berekat Ziyad Hemo
3- Umer Ziyad Hemo, pezê wî jî desteser kirin û bêtirî 2 demjimêran bi hevjîna wî Nûjîn re lêpirsîn kirin.
4- Cemîl mMstefa Elî
5- Yûsif Hisên Yûsif
6- Ehmed Hisên Yûsif
7- Fermend Deştî Hemo
Revandina welatiyan piştî derxistina biryara Lêbûrîna giştî ya serokê hikûmeta Demkî ya opozisyonê tê, ku bi hejmar 26 roja 21.06.2021an de hatibû derxistin, lê biraniya girtiyln kurd ku serbest hatibûn berdan( derdora 70 kesî bûn) bêtirî 2 salan li ser girtina wan re derbas bibû, girtina wan her weke a rejîmê bi bihaneyên hewldayîna pereçekirina welatî û çêkijrina metirsiyê li ser ewlehiya netewî ya welatî, rojekê jî me nedît erebek, turkmenek bi weke kurdan bi wan bihaneyan hate dadgehkirin û girtin, tenê ew bihane para kurdan bûn. Ji ber vê jî em dibûnin ku ew helmetên girtinê kurdan tenê li xwe digire û di bin navên cuda de tê bicihkirin, da ku karibin pilana pêkanîna guhertina demografî temam bikin.

25.06.2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê