Teqînên teroristî li Efrînê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Di 26.06.2021an de otombêleke bombekirî li nêzîk zîvroka Kawa û Dibistana Meyselûn de teqiya û di encamê de jî Mulazim ewel Mihemed Tewfîq Hemade, endamê istoxbarata polîsê leşkerî, li gel keça xwe ya 10 salî, ji gundê Şewarxe yê gundewarê Ezazê,ûhawirdeyekî ku di otombêla xwe de li nêzîk cihê bûyerl bû, jiyana xwe ji dest dan û 3 kesên din jî birîndar bûn, ku ji bo nexweşxaneya leşkerî hatin veguhestin.
Ev teqîn di çarçoveya nakokiyên di navbera dizan xwe bi xwe de ye, ku li ser dizî û talankirinê radibin hev.
Li aliekkî din jî, hîn ne aramî di navbbera milîsên Sultan Murad û Ceyş El-Îslam de li ser desteserkirina maleke kurd ka gell wê para kîjan ji wan be ye, da ku her yek ji wan hawirdeyl bi ser xwe ve li wê male bicih bike, herwiha di navbera milîsên Sultan Murad û Melek Şah de jî ne li ser hev e, ku ji cudakirina di navbera ereb û turkmenan de ji aliyê fermandarê milîsên Sultan Murad Eraba Idrîs ve despê kiribû û pişt re nakokiyên wan gihabû navenda bajê di navbera çekdarên herdu milîsan de.
Li gore van bûyerên rûdidin, eşkere ye ku tirk nacwazin ewlehî û aramî li Efrînê çûbibe û ne jî hewl died rêgiriyê li ber kiryarên wan çekdaran bike, lê belê wan han died bêtir xirabiyê çêbikin û belav bikin û bingeha civakî ya civaka kurdistanî li Efrînê têk bibe.

27.06.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê