revandina kurdan berdewam dike

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji ber şerekî devkî di navbera hewrideyekî û lawekî welatiyê bi navê Şukrî Aslan Mihemed yê ji gundê Gewrika yê Jêrîn yê ser bi Navçeya Mabata ve, milîsên Lîwa Mihemed El-Fatih bi ser mala wî de girt û mal bi ser û ber li ber hev xistin û tişên malê şikandin, pişt re herdu zarokên welatiyên navbûrî, Ciwan 15 salî û Ferhad 13 salî revandin, ku herdu zarok li Mabata li cihê dirûtinê kar dikin, heya niha jî çarenivîsa wan herdu zarokan ne diyar e.
Roja Dûşemê di 21.06.2021an de Mîta tirk li gel polîsê leşkerî li gundê Qere Baba yê Reco, bi ser mala xortê 32 salî yê bi navê Hozan Mihemed Topo de girtin û ew bi bihaneya kirina leşkeriya neçar a rêveberiya berê, revandin. Piştî dayîna hezar lêreyên tirk ew serbest hate berdan û vegeriya malê.
Mîta tirk û polîsên leşkerî û sîvîl bi kêfa xwe bi ser malên welatiyên kurd de digirin, da ku tirsê têxin dilê her kesî û wan neçar bikin dest ji mal û milkên xwe berdin, da ku ereb û turkmenan li dewsa wan bi cih bikin., ku li gorî rêkeftinên herêmî-navdewletî û bi rizamendiya rejîmê, ew hatine Efrînê bicih bûne.

28.06.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê