Yan pera bide yan bihane amade ye

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên Hemzata li gundê Hesen ê Reco, 4 welatiyên gundi bi bihaneya pêwendiya bi rêveberiya berê re revandin û li ser serbestberdana wan bi girtiyan re ketin bazara, gelo ka dive her yek çiqasî bide! Li dawiyê neqîbê bazar dikir, Neqîb Elî, bi qasî 500 lêreyên sûrî li her yekî ji wan ferz kir. Tenê piştî rojekê,28.06.2021, heman neqîb li gel Mîta tirk hat û careke din ew bi bihaneya derketina nûbedariyê di dema rêveberiya berê de revandin, tevî ku revandî temenên wan di ser 50 saliyê re ne, heya niha jî revandî ne û çarenivîsa wan ne diyar e, ew jî ev in:
Fehîm Nezmî, Izet Hemîd Hesen, Sebrî Abdîn Elî û Xelîl Elî Elî

29.06.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê