Jîngeh û samnên daristanî li gor çekdaran

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên Weqas yên ser bi Artêşa niştimanî ya Sûrî(ANS) ve roja Sêşemê di 06.07.2021an de agir berdan daristanên Çiyayê Kurkur yê di navbera herdu gundên Baziya û Tetera li Navçeya Cindirêsê û agir bi darên zeytûn û daristanî xistin, di encamê de derdora 20 hektar hate şewitandin, ku di nava wan darên hatine şewitandin de, darên Sindiyanê ku temenê wan ji 100-150 salî bûn, da ku êzingan bifroşin û komirê jî jê çêbikin û bifroşin. Yê hişt agir bêtir fireh bibe, derenghatina tîmên agirkujiyê bû jî.

08.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê