ANS Li gorî ajendeyan navên xwe diguherîne

NavendaNûçeyan-Efrîn: Artêşa Niştimanî ya Sûrî (ANS) li gorî rola lîstikên wan di meydanên şer de jî bo anjendayên hikûmeta Tirkiyê, nav û rengê xwe diguherîne, carnan artêşeke niştimanî ye, carnan jî komên dizan e carnan jî çete ne.

Çekdarên ser bi hikûmeta demkî ya îtîlafê ve û bi awayekî rêxistinkirî û serpereştiya dagirkeriya tirk, rêyên nû, weke danîna zorê li ser kurdan ku ji Efrînê derkevin û bar bikin ji bilî şerê abûrî jî, bikar tînin.

Çekdarên firqeya ewlehiyê ên Cebhe Şamiyê li Navçeya Mabata, berbanga roja Duşemê di 08.03.2021an de, çar ji xelkê navçeyê bi hinceta derketina nûbedariyê di dema rêveberiya berê de, revandin û birin navenda xwe ya ewlehiyê û hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e, ew jî ev in:
1- Ednan Şaşê, 73 salî
2- Cemîl Mistefa Medîne, 72 salî
3- Elî Yûsif Mistefa, 67 salî
4- Es’ed Yûsif Mistefa, 64 salî
Beriya vê jî ev hatibûn girtin û bi zora dayîna pera serbest dihatin berdan. Niha jî daxwaza dayîna 600 lêreyên tirk ji her yekî wan dikin heta wan serbest berdin.

Çekdarên ewlehiyê ên Feyleq El-Şam bi fermandariya Selîl Xaldî û berdestê wî Raid Hîşam roja Çarşemê di 03.03.2021an de welatiyê bi navê Seîd Qanbar 56 salî, yê ji gundê Qastal Meydana li Navçeya Reco) bi tuhmeta derketina nûbedariyê di dema rêveberiya berê de, revandin.

Li gundê Burc Heyderê jî çekdarên Feyleq El-Şam roj Yekşemê di 07.03.2021an de bi ser mala welatiyê bi navê Ehmed Kule Xeyrî, 24 salî, de girtin û ew revandin, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
09/03/2021