Çarenivîsa kurdên di bin siha rêveberiya xweser de li Şehba

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hebûna Rêveberiya Xweser li devera Şehba girêdayî anjendayên herêmî-navdewletî û welatên garantor (sutçî-astana) ye, ku kengî ew alî bigihin lihevkirinê, karê wê rêveberiyê bidawî dibe, herwiha çarenivîsa girûpên çekdar ên li Kurdistana Sûriyê jî wê wisa be.

Di çend rojên borî de dagirkeriya tirk û çekdarên bi ser ve, derdora devera Şehba û gundên Navçeya Şêrawa ên di bin kontrola rejîm û hêzên bi ser ve, topbaran kirin, ku beriya wê çend top ji bargehên leşkerî li gundê Kilcibrîn, bajarokê Marihê û Til Rifatê, Kefer Naya, Herbel û Dêr Cimêlê ve ber bi Efrîna dagirkerî ve hatibûn avêtin.

Ji ber rêkeftinên herêmî-navdewletî ti carî ji 2018an ve Tirkiyê topek bi tenê neavêtiyê Bajarokên Nibol û Zehra ên di bin kontrola rejîmê de.

Roja Yekşemê di 07.03.2021an de hêzên leşkerî ên ser bi PYD’ê ve li taxa Şêx Meqsûd li Helebê welatiyê bi navê Neşet Mihemed Reşo, 36 salî, piştî ji ber eşkenceyê bi felceya nîvî ketibû, serbest berdan.

Navbûrî di 05.04.2020an de bi tuhmetên ne rewa hatibû revandin, û tenê rê dabûn xwişka wî serdana wî bike û xwarin, derman û cilên wî bide wî. Xwişka wî her heftê 25-30 hezar lêreyên sûrî ji bo derziyên wî dida zindanê, lê piştî ew serbest hate berdan ragihand ku wî deriyek bi tenê jî nebiribû, ji ber wê eşkenceyê jî felceya nîvî pêre çêbibû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
08/03/2021