Berûvajîkirina armancan li dijî sivîlan

Grûpek ji hêzên ser bi rejîma Sûriyê (Hêza Rizgarkirina Efrînê) ve di 27.11.2020an de, ku li gundê Saxûnakê/Şêrawa bi cih dibe, ji bo operasyonan li dijî milîsên çekdar û navendeke leşkerî li Cebel Ehlam pêk bîne, di geliyê Lolikê re derbasî navbera herdu gundên Kîmarê û Kurzêlê bû ku ew gund jî dikevin bin kontrola hêzên dagirkeriya Tirkiyê û milîsên ser bi Hikûmeta demkî û Îtîlafa opozîsyona Sûrîyê.

Lê li şûn operasyona xwe pêk bînin, êrîşî welatiyên sivîl ên Kurd kirin, ku ew welatî di nav zeviyên xwe de cot û şivantî dikirin û di encamê de jî ev kes bûne qurbanî :

1-Xortê bi navê Hemo Cengîz Necar, 16 salî, bi çend guleyan hate kuştin û qatirê pê cotê xwe dikir jî ew jî hate kuştin.

2-Şivanê bi navê Ebdilrehman Hemo, 75 salî, bi bêtirî 10 guleyan li serê wî xistin û di cih de kuştin.

3-Welatiyê bi navê Mesûd Mecîd Cimo, 30 salî, di lingê xwe de birîndar bû û ew li gel çend rêncberên pêre karîn xwe ji guleyan rizgar bikin û vegerin nava gundê Kîmarê, herwiha kurê ew kalemêrê ku hatiye kuştin û bibû şahidhalê bûyera kuştina sivîlan li ser destên hêzên YPG, karî xwe di nav zinaran de veşêre .

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

27/11/2020