Hîn çarenivîsa Mihemed Reşo li girtîgehên PYD ne diyar e

Navenda Nûçeyan – Efrîn

Ji roja girtina welatiyê bi navê Mihemed Reşo di 05.04.2020an de ji aliyê hêzên leşkerî ên ser bi PYD’ê ve li taxa Şêx Meqsûd a Helebê, heya niha çarenivîsa wî nediyar e.

Reşo ku ji gundê Hesendêra ê navçeya Şera (Şikak) a bajarê Efrînê ye, ketiye rewşeke xirab, ku li gorî zanyariyan, ji ber eşkenceya li girtîgehê pêre filceya nîvî çêbûye û heftê carekê derziyekê lêdidin ji bo canê wî hinekî rihet bibe, ew derzî jî bi 25 hezar lê rêyên sûrî dike.

Tevî rewşa xirab ku Reşo têde ye, rêveberîya girtîgeha PYD tenê rê dide xwişka wî, ku cil û bergên pêwîst û xwarina têra hefteyekê jê re bîne , bêyî ku wî jî bibîne.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

19.11.2020