Kuştin û eşkencekirina kurdan bi destên Artêşa Azad

NavendaNûçeyan-Efrîn:Bi piştevaniya dagirkeriya tirk, milîsên çekdar ên li Efrînê ên ser bi Îtîlafa sûrî ve, di bin navên wan ên cuda de, berdewam tawanên li dijî mirovahiyê bi awayekî rêxistinkirî li deverên kurdan pêk tînin.

Şêxmûs Qasim (Şêxoyê Mistê mêremê) 73 salî yê ji gundê Kûsa yê Navçeya Reco, roja Şemiyê di 06.03.2021an de ji ber eşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Ji ber eşkenceya derûnî û canî ya hovane rewşa wî ya tendirûstî xirab bibû û çekdaran ew biribû nexweşxaneyke Efrînê, lê di nîva rê de jiyana xwe ji dest da.

Navbûrî li ser destên çekdarên Milîsên Feyleq El-Şam bi fermandariya Selîl Xaldî û li navend polîsê sivîl bi fermandariya Raid Eyhem Qeba‘ hatibû eşkencekirin.

Şêxmûs bi tuhmeta derketina nûbedariyê di dema rêveberiya berê de roja Çarşemê di 03.03.2021an de li gel Mihemed Xelîl Hac Şêxo û Seîd Qenber hatibû revandin.

Çekdarên heman girûpê ligel polîsê sivîl di 09.08.2019an de welatiyê bi navê Mihemed Henîf Hisên yê ji gundê Bilîlka ê Navçeya Reco di bin eşkenceyê de kuştibû.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
06/03/2021