Dîmenên eşkencekirinê li ser termê Şêxo Qasim diyar bûn

NavendaNûçeyan-Efrîn: Piştî ku çekdaran ragihandin, ku Şêxo Qasim (Şêxoyê Mistê Mêremê)yê ji bajarokê Meydan Ekbesê yê Navçeya Reco, roja Şemiyê di 06.03.2021an de, janê xwe ji dest daye, malbata wî di dema şiştina termê wî de li gorî rênimayên îslamî, dîmenên eşkencekirinê bi zelalî li ser termê wî dîtibûn, bi taybetî li ser milên wî.

Daku gotegot neyên kirin, divê aliyên peywendîdar, bi taybetî Îtîlaf, raporta doktorê şer’î ê ser bi Wezareta tenduristiyê ya hikûmeta demkî ve, belav bikin, hem rapora nivîskî û hem jî dîmenên termê rihmetî.

Malbata rihmetî tez kir, ku ti nexweşî pêre tine bûn, lê ji ber eşkenceya zêde di wan hersê rojên dawî de li bargehên çekdaran de, wî canê xwe ji dest dabû.

Herwiha hate zanîn, ku revandina Şêxo Qasim piştî wê yekê hat, ku çekdaran çend caran daxwaza standina pera ji ber milkê wî ve kiribûn, ji bilî dizîna dahatên wî ji demsala zeytûnan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
07/03/2021