Nameyek ji gelê kurd ji Kurdistana Sûriyê

 

Rêzdar Joe Biden Serokê Eyaletên Yekgirtî yên Amerîka
Silav û rêz…
Em weke Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê li Kurdistana Sûriyê, vê nameyê ji cenabê we re dişînin, ku ev name hêviyên gel di pîşerojê de nîşand dide, bi taybetî ji xelkê ku ji aliyê tirkan û milîsên bi ser ve bajarên wan hatine dagirkirin, ew giştî çaverêya hevdîtina cenabê we li gel serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan in ku li Brukselê di 14.06.2021an de di çarçûveya civînên welatên Endam di NATO de bê encamdan.
Çavên me li wê yekê ne ku di hevdîtina cebanê we bi Erdoganî re, hun behsa destêwerdanên Tirkiyê di Kurdistana Sûriyê de û şerkirina wan li dijî kurdan bi bihaneya şerê li dijî terorê bikin, ku niha hewl didin her tiştê kurdan û hebûna wan tine bikin, ji Efrînê ,Serê Kaniyê û Girê Spî de bigire heya bi Dêrikê ve, ku çavê wan li girtina vê deverê bi giştî ye, da ku xwena xwe ya osmanî( Belgenameya Milî) bicih bînin.
Tirka di 3 operasyonên leşkerî de di bin 3 navên cuda de(Mertala Feratê, Şaxê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê) û bi rizamendiya rejîmê û çavlêgirtina serokê berê yê Amerîk Donald Trump, ew operasyon pêk anîn û tawanên şer û ên li dijî mirovahiyê pêk anîn, çi topbarankirin û bombebarankirina deverên kurdan, çi jî danîna zorê li ser kurdan ji bo koçberkirina bi zorê, ku ereb û turkmenan li dewsa wan bicih bikin, ew jî l igorî rêkeftinên herêmî-navdewletî( Astana-Sûtçî) herwiha tirkan bi rêya milîsên xwe dest danîn ser mal û milkên kurdên bi zorê koçberkirî ş niştecihên taybet ji erebû turkmenan re ava dikin, herwiha ti cihên şûnwarî nehiştin û nedîziyan, ji bilî revandina welatiyan di bin nav ûbihaneyên cuda de, ku pê pera ji xelkê bistînin û qutkirina darên zeytûnan û darên bi berhem û daristanan. Em rola weqfa olî ya tirka jî bîr nekin, ku hizreke olî ya hişk di nav xelkê de belav dike.

Cebanê serok ê rêzdar
Hun baş dizanin kurdan( Pêûmerge û şervanan) çi rol di şerê li dijî DAIŞê de li gel hevpeymanan lîstin û çiqas qurbanî jî dan, lê tirka piûtgiriya wan girûpên tundrew (hişk) kir û di bin navê dayîna alîkariya mirovî de , çek da wan, bi taybetî Desteya Rizgarkirina Şamê( Eniya Nusre) û hinek ji wan tevlî Artêşa niştimanî ya Sûrî kirin, ku bi biryara tirka jî bûne çete û derketin Lîbya, Azerbeycan û Herêma Kurdistanê û Yemenê li gel tirkan şer bikin.
Çavên me li rola we ne, ku hun şerê terorê bikin û rêgiriyê li ber tirkan bikin, da ku aştî û seqamgîrî li Rojhilata Navîd û Kurdistanê bi taybetî çêbibe, ji ber vê jî em bi hêviya wan tiştan in ji cenabê we:
1- Nehiştina gef û metirsiyên tirkan li kurdan û rêgirtina li ber topbarankirin û bombebarankirina deverên wan.
2- Gihandina alîkariyên mirovî û rêvekirina li ber derbasbûna dezgehên ragihandinê ji bo deverên Kurdistana Sûriyê ku di bin dagirkeriyê de ne.
3- Rawestandina piroseya guhertina demografî û avakirina wan niştecihan.
4- Danîna guvaşan li ser tirkan ji bo vekişandina hêzên wan ji deverên kurdan ji bo nav axa Tirkiyê. Herwiha xistina deverên kurdan bin şavdêriyeke navdewletî heya kirîza Sûriyê bê çareserkirin û derxistina miîlên ser bi Tirkiyê ve ji deverên kurdan jî.
5- Rêxweûkirina vegera koçberan ji bo Efrînê, ku ji ber şerî neçar bibûn koçber bibin, vegerandina mal û milkên wan ku hatine desteserkirin.
6- Dîtina çareyeke aştiyane ji doza kurda li Sûriyê re, li gorî pirensîp û peymanên navdewletî û parastina wan ji destêwerdanên ji derve ve, bi taybetî li gel derkeina nakokiyên di navbera Rojhilat û Rojhilat de û girîîngiya ciyosiyasî ya Kurdistanê û berjewendiyên Amerîka yên pêve girêdayî.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
13.06.2021