Dadmend diz in û serdar jî xwekuj in

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Sêşemê di 15.06.2021an de li çarêya gundê Serê Kaniyê yê Navçeya Şikaka/ Şera otombêleke bombekirî li nêzîk rêbenda milîsên Cebhe Şamiyê teqiya, di encamê de jî şûfêr û yê pê re jiyana xwe ji dest dan û hineke din jî peya diçûn birîndar bbûn, herwiha teqînê ziyan gihand dikanên derdorê jî.

Berpirsên girtîgeha Maratê ya navendî rê nedan girtiyê bi navê Xweşnav Qiliç di rêresmên biaxspartina hevjîna wî Zêneb Şêx Dawûd,21 saî, û zarokê wî Yûsif yê 2 salî, de beşadr bibe, ku herdu di 12.06.2021an de ji ber ketina rokêtan ser bajarê Efrînê jiyana xwe ji dest dabûn li gel hejmarek din ji xelkê sîvîl. Xweşnav jî ji 15.12.2020an ve ji aliyê polîsê sîvîl ve hatibû girtin û heya niha nedane ber dadgehê .

     
Şivanekî hawirde li gundê Sêmala yê Navçeya Reco pezê xwe berdabû nava zeviyê jineke kurd ya bi navê Emîne, wê jî li navenda ewlehiyê ya Feyleq El-Şam lê gilî kiribû, çekdaran jî yê hawirde xwestin û pê re lêpirsîn kirin û li dawiyê milyonek lêreyên sûrî siza lêxistin ku wan pera giştan bide wê jina kurd, ew jî bi amadebûna muxtarên herdu gundên Sêmala û Kurê( Şaban Mihemed Brahîm û Henan Heşko) li gel şahidhalan. Ji wan peran tenê 150 hezar lêreyên sûrî gihan destên jina kurd Emîne, û yên mayî jî herdu muxtar û şahidhalan li hev parve kirin.
Milîsên Sultan Murad li gundê Kefer Romê yê ser bi Navçeya Şikaka/ Şera ve ji hefteyekê ve darên daristana dibirin û êzingên wê jî difroşin, bêyî ku kesek ji encûmena xwecihî û karmendên bi ser ve karibe tştekî bike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
16.06.2021