Rejîm û Îtîlafê du rûyên diravekê ne

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çalakvan û hin saziyên civaka sîvîl dadgehkirina serokê Îtîlafê, Nesir Herîrî, bi buhaneya xiyaneta mezin kirin, ji ber ku navbûrî bang li dewleta Tirkiyê kiribû destêwerdaneke leşkerî li gel Artêşa Niştimanî ( ku di komeên çete û dizan pêk tê) di deverên kurd ên mayî de bike, da ku pişt re karibin ereb û turkmenan li dewsa wan niştecih bikin .
Heman tiştê Îtêlaf dixwaze û dike, rejîmê jî wisa kiriye, wê jê bang li îran û milîsên şîe ên bi ser ve kirin, da ku werin û gelê Sûriyê bikujin û çeteyên afgan, çîçan û Şîeyan li wan deveran bicih bikin.
Bi vegerandineke biçûk ji serjimêriya Efrînê, em ê bibînin ku berî despêka şerî li Sûriyê(şoreşê) rêjeya kurdan 97% bû, di serdema rêveberiya berê de ew rêje daket 75% û piştî Tirkiyê li gel milîsên bi ser ve EFrîn dagirkirin, rêjeya kurdam daket 25%, ji ber vê jî çalakvanan bang Herîrî weke xiyanetekê binav kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
21.06.2021