Bav pişt re kur û pişt re jî dibe nevî wisa lê bibe

NavendaNûçeyan-Efrîn: Îstîxbarata polîsê leşkerî li navenda Navçeya Reco welatiyê bi navê Elî Hemze agahdar kir, ku kurê wî Xelîl yê 33 salî bi bihaneya pêwendiyên wî bi rêveberiya berê re daxwazkirî ye ji lêpirsînê, îstîxbarata polîsê leşkerî bavê wî (Elî) ji ber wê yekê roja Şemiyê di 19.06.2021an de bi xwe re birin Bajarê Efrînê, da ku kurê wî bînin û li navenda wan a ewlehîyê lêpirsînê pêre bikin, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Meha derbasbûyî me behsa revandina Elî yê 65 salî kiribû, ku ji gundê Goliya ye û li navenda Navçeya Reco dimîne, û bi bihaneya pêwendiyên bi rêveberiya berê re (heman bihaneya arasteyî lawê wî dikin) revandibûn û piştî birin girtîgeha navendî li Bajarê Efrînê, ew dabûn dadgehê û bêguneh derketibû, pişt re serbest berdabûn.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

22/06/2021