Li Şera niştecîh tên avakirin û li Mabata agir pêdikeve

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Li daristanên di navbera herdu gundên Hec Qasima û Dala de derengê şevê roja Yekşemê di 20.06.2021an de hawirdeyan agir pêxistin, da ku daran bikin êzing û pişt re jî xwe bifroşin. Meha derbasbûyî jî bi destê milîsan agir bi daristanên ji Navçeya Şiyê heya bi nêzîkî herdu gundên Remedana û Hec Hesna ket.
Heya niha rûbera pêketina agirî derdora 20 hezar hektar derbas kiriye, ku renge dagirkeriya tirk pişt re li wan cihên dişewitînin niştecihan ji hawirdeyan re ava bikin, wek ku çawe niha li şûn daristanên şewitandî li ber rêya herdu gundên Omara û Qestel Cindo li Navçeya Şikaka /Şera niştecihên têra 2 hezar mal dikin, ava dikin, ev yek jî bi serpereştiya tirka û fermandarên Cebhe Şamiyê weke Îmad Dîman, Cîhad Ubêd û Xetab Ebû Stêf, ku danîna kevirê bingehîn a niştecihê de amade bibûn, di heman demê de ew girûpa çekdar gefan li kurdan dixwen eger li cem Komîta Vegerandina Maf û Giliyan gilî bikin an jî erdê xwe cot bikin, ku guleyan di ser serê wan re davêjin.
Ew nişteciha tê avakirin, erdê li derdorê jî li xwe digire, ku yê çend welatiyên kurd e.

22/06/2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê