Amerîka Tirkiyê dixe lîsteya welatên zarokan leşker dikin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Pênşemê di 01.07.2021an de Wezareta Derve ya Amerîka di rapora xwe ya nû ya sala 2021an de Tirkiyê xiste lîsteya leşkerkirina zarokan, ji ber leşkerkirina zarokan li Lîbiya û piştevanîkirina Firqeya Sultan Murad a opozisyona leşkerî ya sûrî( piraniya wan turkmen in) û daxwaz ji Tirkiyê kir wê yekê çareser bike.
Wezareta Derve ya Amerîka ji tirkan xwest wê yekê çareser bikin, ji ber Tirkiye hîzeke herêmî û endamekî NATO ye. Rapor aniye zimên, ku Tirkiyê çekdarên Sultan Murad vediguhêze Lîbiya û Azerbeycanê û zarokan leşker dike.

02.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê