Di derbarê revandina welatiyan de agahî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ew welatiyê me behsa wî kiribû ku di navbera herdu gundê Celemê û Til Silûrê agahiyên wî qut bibûn, Elî Mîrza Cafer yê ji gundê Şadêrê yê Şêrawa, derket ji aliyê çekdarên milîên Ehrar El-Şerqiyê ve ji berşaşbûna bi navekî re hatibû revandin, tevî vê jî ew dabûn berê dadgehê û hezar lêreyên tirk lê siza kiribûn û pişt re serbest berdan.
Herwiha Parêzerê kurd Reşîd Kekeç, ku ji malê Mîta tirk û polîsê leşkerî ew revandibûn, piştî destêwerdana Kombenda Serbixweyên Kurd, ew di heman rojê de serbest hate berdan.

02.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê