Nesir Herîrî û herdu cîgirên wî

NavendaNûçeyan-Efrîn: gotinên cîgirê Serokê Îtîlafa Sûriyê, Ebdilhekîm Beşar, ku beriya çend roja di torên civakî de perçeyeke vîdiyo jî hate belavkirin, gelek karvedan li pey xwe anîn, bi taybetî di wê demê de ku xelkê Efrînê rastî kiryarên hovane yên çekdarên ser bi Hikûmeta Demkî ya Îtîlafê tê û di bin dagirkeriyê de ye. Beşar di gotinên xwe de gotibû ku 75% ji tiştên ku saziyên yasayî û mirovî û çalakvanên civaka sîvîl dibêjin, ne rast in û tişt gelek tên mezinkirin û ew kiryarine tekane ne.
Em jî hinek ji kiryarên çekdaran li Efrînê eşkere bikin, ku wêneyeke biçûk ji rewşa heyî li Efrînê nîşan didin:
1- Kuştina di bin eşkencekirinê de bi bihaneyên ne rast, herwiha kuştina welatiyan di dema çekdarên Artêşa Niştimanî diziyê dikin.
2- Revandina weêatiyan bi bihaneyên pêwendiya bi rêveberiya berê re û serbestberdana wan piştî dayîna pera.
3- Teqînên terorî ku çekdar ji ber nakokiyên xwe bi xwe û ji bo firehkirina desthelatdariyê, pê radibin.
4- Destdanîna ser mal û milkên xelkê xelkê, ji zeviyên zeytûnan, bexçê çandiniyê û derxistina kurdan ji malên wan, herwiha firotina zeyta zeytûnan li bazarên Ewropî di bin nave zeyta tirkan
5- Birîn û şewitandina darên bi berhem û daristanî û firotina êzingan û çêkirina komirê û derbaskirina wê ji bo Tirkiyê, ji bilî darên ku ji kokê ve têne hilkirin di bin nave firehkirina rêyan û xizmetguzariyan.
6- Dizîna amûrîn çandiniyê, otombêl, amûrên elektrîkê, pezî û tiştên malan û mpereyên xelkê
7- Ferzkirina dayîna pera li dezgehên dadê û nivîsgehên ewlekariyê û abûrî yên ser bi çekdaran ve
8- Pêkanîna guhertina demografî û avakirina niştecihan ji hawirdeyan re li ser erdê welatiyên kurd bêyî qerebûkirina kesekî ji wan jî, bi ser de jî gefxwarina bi kuştin û revandinê li wan dixwen eger kesek li wan çekdran gilî bike.
9- Bêtirî 20 girtîgehên veşartî yên çekdaran li Efrînê hene, ku girtî tê de bi hovane têne eşkencekirin, ji bilî wan girtîgehên eşkere ku hene, herwiha girtiyên kurd jî dixin girtîgehine cihê weke girtîgeha Sico, Rahî û Hewar Kilês li Ezazê û hineke din jî li girtîgehên tirkan hene ku çekdarên Artêşa Niştimanî ew radestî tirkan kirine û li ser axa Tirkiyê têne dadgehkirin.
10- Çêrandina pezî di nava zeviyên kurdan de û destdirêjiya li ser wan tê kirin
11- Destddirêjiya li ser kurdan û xwarina gefan li wan eger kesek li pêş Komîta Vegerandina Maf û Giliyan gilî bike
12- Belavkirina hizra îslamî ya hişk bi rêya çekdarên ku DAIŞ û Nusre bû û niha di Artêşa Niştimanî de ne, ku ev artêş ji serî heya binî komek diz, nandoz û qaçaxçî ne. Li aliyekî din jî mizgeftan ava dikin, ku biryar e derdora 400 mizgeft bê avakirin û melayên xwedî hizira îslamî ya hişk destnîşan dikin.herwiha neçarkirina kurdên êzdî ku di bin dara zorê de ibin musliman.
13- Têkbirina axê û lêgerîna li şûnwaran, ku bi hevkariya şebîheyên rejîmê derbasî derve dikin.
14- Guhertina navên dibistan, nexweşxane, damûdezgehên giştî û pizîşkî û meydanên giştî.
15- Bîparkirina kurdan ji alîkariyên hawarçûn û xwarinê bi serpereştiya hêzên tirkan û rêxistinên hawarçûnê
16- Ferzkirina zimanê tirkî, erebî û ingilîzî li dibistanan û rakirina ezmûna zimanê kurdî di herdu bawernameyên nehan û diwazdehan, li gel dûrxistina mamosteyên kurd ji kar.
17- Astengkirina vegera xelkê ji Heleb, Şehba, Kobanê û Qamişlo.
18- Firotina mal û milkên kurdan bo ereb û turkmenan û bê parkirina kurdan ji mal û milkên wan, ku kurd neçar dibin bi kirê rûnin.
Ev kiryarên me gotine, beşekî biçûk in ji kiryayên çekdarên Artêşa Niştimanî ku bi serê xelkê kurd e tine. Tiştî ku Dr. Ebdilhekîm Beşar di wê perçe vîdiyoyê de gotiye ne dûrî gotinên Herîrî û Cîgira wî Rena Hebûş in. ji Hekîm Beşar dihat xwestin daxwaz bike derbasî Efrînê bibe û komîteyeke navdewletî ya serbixwe li gel xwe bîne Efrînê û rastiyê bi çavên xwe bibînin.
Li dawiyê jî em dibêjin bila berpirsên Îtîlafê vegerin raportên navdewletî di derbarê Efrînê de û bibînin ka çekdar çi bi serê xelkê de tînin û rê li ber wan kiryaran bigirin.
Di nava tiştên me gotiye de û tiştê li ser erdê tê kirin, çarenivîsa kurdên me ku li ser axa xwe mane û bernedane ne diyar e, tevî ku me gelek caran bang li xelkê me kiriye ku vegerrin, em dizanin ku bobelat mezin e lê dive her kes veger ser mal û milkên xwe.
03.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê