Revandina bê sînor li Efrînê tê kirin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji 29.06.2021an ve agahiyên welatiyê bi navê Elî Mîrza Cafer, yê ji gundê Şadêrê yê Şêrawa, dema bi motora xwe diçû ser kar di navbera herdu gundên Celem û Til Silûrê, hatine qutkirin, tê gumankirin ku ji aliyê çekdaran ve hatibe revandin da ku pera jê bistînin.
Roja Duşemê di 28.06.2021an de Mîta tirk û polîsê leşkerî parêzerê kurd û endamê kombenda serbixweyên kurd yê bi navê Reşîd Kekeç yê ji gundê izilbaşa yê Navçeya Bilbilê ji malê revandin û hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e.

01.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê