Hawrideyekî qaçaxcî dibe berdevkê komîteyeke siyasî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hawrideyê ku niha li Efrînê cihê kirîn û firotina şûnwarên Efrînê li kolana Vêlata ya Bajarê Efrînê vekiriye, bû berdevkê Desteya siyasî ya Parêzgeha Dera ya bi navê Şoreşger û Azadxwazên Hûranê li Bakurê Sûriyê! Ev dizê hawirde şûnwaran ji milîsên Artêşa Niştimanî dikire, ku ew milîs jî wan şûnwaran bi hevkarî li gel fermandarên milîsan, bi taybetî Mihemed Casim Ebû Ebmşe, şûnwarên Efrînê didizin û difroşin derve.
Beriya salekê jî ew bi xwe bi bihaneya endambûna di DAIŞê de û qaçaxçîtiyê ji aliyê polîsê leşkerî ve hatibû girtin, lê piştî Ebû Emşe kete mesela wî, ew serbest hate berdan û vegeriya karê xwe yê berê, karê kirîn û firotina şûnwarên Efrînê. Wergirtina posta nû jî tê wateya danîna xelatekê jê re .
Têbîn: Vîdiyo kevin e, ji despêka şerê/şoreşa Sûriyê

29.06.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê