Dizî û desteserkirima bi ser milkên kurdan de

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji roja ku Tirkiyê bi hevkariya milîîsên Artêşa Niştimanî Bajarê Efrînê dagir kiriye, rojane ew milîs mal û milkên kurdan didizin û desteser dikin.
Herî dawî li bajarokê Basûtê, milîsên Hemzata dest danîbûn ser vêlake emîdê dest kar derketî Ebdo Misto Necar û daxwaza 200 hezar dolar jê kiribûn da ku vêla wî jê re vegerînin, lê ew razî nebû û neçar ma derkeve û here Helebê, pişt re jî di 15.06.2021an de MÎta tirk û milîsên zeviyeke wî, ku dikeve navbera Basûtê û gundê Kurzêlê desteser kirin, ku derdora 2 hezar heta 2500 darên zeytûn û hinran tê de hene, tirka ew dar giştî ji kokê ve hilkirin û ew erd dûz kir, da ku binkeyeke leşkerî lê ava bike, herwiha wê 3500 yekeyên niştecîbûnê ji malbatên çeteyên li lîbiya, Azerbeycan û Herêma Kurdistanê hatine kuştin re, ava bikin.

28.06.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê