Ji despêka şerê li ser Efrînê ve winda ye

NavendaNûçeyan-Efrîn: Malbata xortê bi navê Talan Xalid Hemo( jidayîkbûna 1995an) yê ji gundê Xalta yê Cindirêsê, banga eşkerekirina çarenivîsa kurê xwe kirin, ku di YPG ew di 01.12.2021an de li ser rê revandibûn û bi zorê tevlî xwe kiribûn û di şerê bi ser Efrînê de de hêzên YPG ew biribûn eniya Qestelê yê Navçeya Şikaka/Şera û ji 24.01.2018an ve pêwendiya malbatê pêre hatiye birîn û bang li rêxistinên civaka sîvîl û saziyên mirovî dikin çarenivîsa laeê wan bê eşkere kirin û berpirsyaretiyê diînin stûyê rêveberê, çimkî wan lawê wan revandibû û biribû eniya şer.
Em jî weke rêxistineke mafên mirovan, dengê xwe digihînin her kesê ku li eniya şer ê Qestelê ew dîtibe yan jî çi zanyariyek li ser wî hebe, bigihîne me, ku em jî dilê malbatê rihet bikin.

01.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê