Her çi xirab e ji çekdarên milîsan tê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Sêşemê di 29.06.2021an de, çekdarên Feyleq El-Şam li gundê Sêmala yê Navçeya Reco, rê li ber welatiyê kurd Şaban Şêxo girtin ku derbasî nava zeviya xwe bibe ji berk u Şabanî û welatiyê bi navê Xelîl Şêx Esmet li cem navenda ewlehiyê yê Feyleq El-Şam li wan şekdaran gilî kiribûn, ku çekda di nava zeviyên wan de xendek çêkirine û komirê çêdikin û difroşin û ziyanê digihînin zeviyên welatiyan. Navenda ewlehiyê jî çûbû çekdaran û heyama 2 hefteyan dabû wan ku ji zeviyên wan herdu welatiyan derkevin, ji ber vê jî çekdaran rê li ber herdu welatiyan girtibûn û gef li wan xwaribûn û gotibûn wan ne em guh didin tî kesî ji navenda ewlehiyê û ne ji Raid Hîşam û Xaldî û ne tirsa me ji Erdoganî jî heye û ji zeviyan dernakevin.

01.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê