Revandina ji ber standina pera ve

NavendaNûçeyan-Efrîn: MÎta tirk li gel polîsê leşkerî li Navenda Nacçeya Reco roja Çarşemê di 30.06.2021an de bi ser gundê Badîna de girtin û çend welatî bi bihaneya pêwendiya bi rêveberiya berê re revandin, ew jî ev in: Osman Xelîl Çerçî, Hesen Hisên Xoce û Ehmed Mihemed Hesbîro.
Polîsê leşkerî li Şiyê welatiyê bi navê Silêman Mihemed Hec Brahîm, ku di 28.03.2018an de revandibû û li girtîgeha Rahî mabû, piştî dayîna 1750 dolarên amerîkî, serbest berdan.

04.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê