Topbaraneke tirka bi hevkariya rûsan berî hevdîtina Nûr Sultan

NavendaNûçeyan-Efrîn: Topxaneua tirka û milîsên bi ser ve, roja Duşemê di 05.07.2021an de ji derdora gundê Marihê li gundewarê Ezazê ve herdu gundê Um El Hoş û Hesacikê dane ber topan ,ku herdu gundê dikevin bin kontrola rejîmê û hêzên bi ser ve( YGP) ku li wê derê jî navendeke leşkerî ya rûsî jî heye.
Beriya du rojan jî, tirkan gundê Eyn Deqne û Balafirxaneya Minixê ya leşkerî dabû ber topan. Ev topbanakirin berî lidarxistina hevdîtinên Nûr Sultan di navbera Rûsiya, Tirkiye û Îranê vet ê.

06.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê