Rezîlkirin û revandin jik iryarên rojane yên çekdarên ANS ne

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên Sultan Silêman Şah( Emşat)li Şiyê, roja Yekşemê di 27.06.2021an de welatiyê 50 salî Ebdo Hesen Şêro bi bihaneya pêwendiya wî bi rêveberiya berê re ji male revandin û piştî dayîna 3 hezar dolar û eşkencekirina wî, serbest berdan.
Polîsê leşkerî li Şiyê roja Înê di 04.07.2021an de welatiyê bi nave Mistefa Mihedîn Reşîd serbest berda, ku ji despêka dagirkirina Efrînê ve hatibû revandin û li girtîgeha Rahî rastî eşkenceyê dihat, ku di encamê de hişê wî hinekî çûye û lingekî wî jî ji ber eşkenceyê hatiye qutkirin .
Milîsên Cebhe Şamiyê li nava Bajarê Errînê kurdan bi kêfa xwe digirin, ku li gor zanyariyê me 9 kurd hatin girtin, ji ber sedemên ewlehiyê em navên wan belav nakirin, û birin navenda xwe sereke li gundê Serê Kaniyê yê Navçeya Şikaka/Şera û piştî dayîna pera serbest hatin berdan.
Herwiha polîsê leşkerî yên li despêka rêya dikeve Efrînê( li pêş Qûs) jinên kurd ji otombêlan dadixinû wan dibin lêpirsînan pêre dikin û xwediyên wan li derve dihêlin, tenê ku ji ber wan îhane bikin û pera bistînin.
Ji ber vê jî em dikarin bêjin ku çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ANS bi her awayî hewl didin guvaşan li kurdan bikin ku li dawiyê wan neçar bikin koçber bibin û pîlanên tirkan bi cih bikin.

05.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê